Blinken ji bo Rûsya: Gavên xwe yên êrîşkar li dijî Ukrayna rawestînin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA bang li Rûsyayê kir ku gavên xwe yên êrîşkar yên li dijî Ukrayna bide rawestandin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken piştî civîna welatên G7 berê xwe da Ukrayna.

Antony Blinken îşaret bi hebûna hêzên Rûya yên li sînorê Ukrayna kir û wiha got:

Tevî vekişîna beşek ji hêzê, Rûsya hîna di asteke zêde de leşker û tiştên ji bo wan pêwist li herêmê hiştiye.

Di serdanê de Blinken bi Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskey re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken ji bo Zelenskey anî ziman ku Serokê DYA Joe Biden ji li benda hevdîtinê ye.

Rûsya bi veguhestina hêzê ya li sînorê Ukraynayê re bûbû sedema cihê berteka welatên Rojavayî.

Vê yekê jî hiştibû ku di nava xeta Kîev-Moskowa de aloziya heyî zêdetir bibe.

Li gorî raporên Yekîtiya Ewropa Moskova derdora 100-150 hezar leşker li sînorê Ukrayna kom kiribû.

Back to top button