Ji ber “zordarî û binpêkirina mafê mirovan” ji bo Çîn û Rûsya hişyarî hat dayîn

Koma welatên G7 careke din helwesta xwe ya li dijî Çîn û Rûsya diyar kir. Welatan ji ber “zordarî û binpêkirina mafê mirovan” Çîn û Rûsya hişyar kirin.

Welatên koma G7 di nava hefteyê de li ser mijara Çîn, Rûsya û Vîrûsa Corona li hev civiyan.

Wezîrên Karên Derve yên G7 di derbarê mijarên qala wan hatî kirin de daxuyaniyek hevbeş ya ji 12 hezar û 400 peyvî pêk tê weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi kiryarên Rûsya yên li dijî Ukrayna hate kirin û hate gotin, Rûsya bi gefxwarina xwe ya li dijî Ukrayna pêvajoya demokrasiyê xera dike.

Çîn jî di mijara binpêkirina mafê mirovan û bi hêza aborî zextê li welatên din dike hate tewambarkirin.

Di daxuyaniyê de bo herdu welatan ti cezayek zelal nehate dayîn.

Welatên G7 careke din teqezî li ser wê yekê kirin ku wê bi hevre li dijî zextên aborî ku Çîn pêk têne û hewildanên Rûsya yên agahiyên qirêj rawestin.

Di mijara Vîrûsa Corona de jî welatan ragihandin ku wê ji bo bihayek hîn kêmtir yê derziya li dijî vîrûsê kar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma bi navê G7 ji Keneda, Fransa, Almanya, Îtaliya, Japonya, Birêtaniya û DYA pêk tê.

Back to top button