Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê cezayê girtîgehê yê pênc rojnameger û aktîvîstên Behdînanê erê kir.
16’ê sibata 2021’an Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li rojnameger û aktivîstên Behdînanê Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birîbû.
Piştî biryarê serî li Dadgeha Temyîzê ya herêmê hate dayîn û dadgehê biryara xwe da.
Tevî hemû nerazîbûnên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînanê erê kir.
Di biryarnameya Dadgehê de tê gotin ku ew 5 kes kar ji bo lêdana cihên hestyar ên Başûrê Kurdistanê kirine.
Hat gotin ku ev kesên hatine cezakirin li gel konsoloxaneyên Amerîka û Almanyayê civiyane û pere ji wan wergirtine.