Mexmûr-Gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber hat bibîranîn

Li Mexmûrê, gerîlaya YJA-STAR Mardîn Penaber di salvegera şehadeta xwe ya yekê de hat bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê, pêk hat.

Di bîranînê de bavê şehîd Mardîn, Cemîl Kara axivî, bi xêrhatina gelê kir û ev tişt anî ziman:

“Em wek malbat ji ber keça xwe serbilindin. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser şopa riya şehîdên xwe bin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gelê wargehê re xwest.

Piştre sînevîzyonek hat nîşan dan û bîranîn bi diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bîranîn bi dawî bû.

Beybûn Kara bi nasnav Mardîn Penaber 4’ê Tîrmeha 2022’an li Metînayê di encama êrişên çekên kîmyayî de şehîd bû.

Back to top button