Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de dewam dike.
Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê Helebê de 4 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê derdora Kefer Teal a li rojavayê Helebê topbaran kir.
Di encamê de 4 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha çeteyên Fetih El Mubîn jî bi moşekan nuqteyek leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê ya li nêzî Foca 46’an a li rojavê Helebê kir armanc.
Li gorî Navendê, di saetên vê sibehê de, karwanekî leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li ser rêya M5 a li rojhilatê Seraqibê hate hedefgirtin.
Agahî li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.
Her wiha vê sibehê li “herêma bêçek” tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.