Ji Enfala Bees’ê heta dagirkeriya dewleta Tirk: Êriş û komkujî

Yek ji qonaxên Enfala rejîma Bees a Iraqê a li dijî xelkê Behdînane ku bi hezaran kes hatin kuştin, beriya 35 salan weke îro pêkhat.
Tevî ewqas sal li ser derbasbûye jî, kesûkarên Enfalkiriyan heta niha ji ber nebûna mafê sereke dinalin.
Her wiha enfala piştî 35 salan di roja meya îro de dewleta Tirk a qirker bi hevkariya PDK’ hewl dide bibe serî.

Di sala 1988’an ji aliyê rejîma bees a bi hevkariya hinek xayînan li dijî xelkê Behndînanê bi navê Enfale komkujî pêk anî.

Bi destpêkirina pêvajoyê re, rejîma Bees’ê çekên qedexekirî yên mayîn û kîmyawî bikaranî.

Di vê qonaxê de nêzîkî 660 gund hatin xirabkirin û bi hezaran kes hatin qetilkirin û windakirin.

Her wiha bi sed hezaran kes bi neçarî koçberî herêmên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê Îran û Tirkyê bûn.

Pêvajoya Enfala Behdînanê di 25’ê Tebaxê de destpê kir û heta 6’ê Îlona sala 1988’an dewam kir.

Qurbanî û kesûkarên Enfalê ji ber nebûna mafê sereke û zilma PDK’ê dinalin

Piştî rûxandina rejîma Bees, destûra herdemî ya Iraqê ji nû ve hate nivîsandin.

Yek ji madeyên destûrê madeya 132 bû ku divê ji bo hemû qurbaniyên Enfalê û sûcên rejîma Bees’ê tezmînat were dayîn.

Lê heta niha kesûkarên qurbaniyan û enfalkiriyan bi ti şêweyî tezmînat ne girtine

Niha piştî 35 salan, xelkê herêma Behdînanê giştî û kesûkarên enfalkiriyan ji ber nebûna mafên sereke dinalin.

Desthilata PKD’ê jî bi her şêweyî zilmê li xelkê herêmê dike.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê Enfala li dijî Kurdan didomîne

Enfala piştî 35 salan di roja meya îro de dewleta Tirk a qirker hewl dide li dijî hemû Kurdan bibe serî.

Dewleta Tirk a qirker ku axa herêmê dagir kiriye rojane li ser welatiyên li herêmê bombe dibarîne

Mîna rejîma bees, dewleta Tirk a dagirker di bin siya bêdengiya cîhanê de çekên kîmyawî û qedexekirî bikartîne.

Di her warî de qirkirin û dagirkeriya Tirk bi heman şêweyê mantiq û hişmediya rejîma Beesê hatiye destpêkirin.

Ev jî dewamiya pêvajoya qirkirin komkujî û qirkirina gelê Kurd a bi destên dewletên dagirker e.

Tevî heqîqeta dijminên gelê Kurd, doh serkirdeyên PDK dîsa bi wezîrê dewleta Tirk re runiştin.

Di civînê de PDK bi kêfxweşiyek mezin piştgiriya xwe a ji bo dewleta Tirk ku rojane Kurdan dike hedef dubare kir.

Back to top button