Serokê şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Karataş li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir

Pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo didome û her diçe bandora wê ya li ser tevahî heremê zêdetir dibe.
Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li hemû girtîgehan belav bûye.
Karataş destnîşan kir ku divê meseleya tecrîdê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke ya Tirkiyê

Zêdetirî 2 sal in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş têkildarî tecrîdê nirxandin kir.

Mehmet Karataş diyar kir tecrîda ku bûye pirsgirêka sereke ya Tirkiyê her diçe didome û wiha got:

Sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî tecrîd e.

Ev, rastiyek e û ji aliyê civaka Tirkiyê ev tê zanîn.

Tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê ye.

Halî hazir heya niha ne hikumet ne jî hêzên navneteweyî di vî warî de tu gav neavêtine.

Ev tenê ne ji bo birêz Ocalan, ji bo hemû girtiyan jî pisgirêkeke mutleq e.”

Mehmet Karataş: Hilbijartinên 14’ê Gulanê bûn cihê hêviyê

Karataş, destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê bûn cihê hêviyê û îşaret bi tûra duyan a hilbijartinên serokkomariyê kir ku dê di 28’ê Gulanê de çêbibe.

Karataş wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Tûra duyan li pêşiya me ye.

Di warê çareserkirina maf û azadiyên bingehîn de du vebijêrk hene.

Barekî mezin dikeve ser milê gelê kurd û gelên Tirkiyê.”

Karataş: Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke

Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku divê meseleya tecrîdê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke ya Tirkiyê û wiha bi dawî kir:

Mafê hêviyê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayêve hatiye qebûlkirin û hatiye diyarkirin ku divê tu kes heta hetayê di girtîgehê de neyê hiştin.

Ji ber ku di warê destûra bingehîn de em jî girêdayî DMME’yê ne, divê ev biryar bê pêkanîn.

Em ê beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî ji bo vê têbikoşin.

Di tûra duyan de divê her kes biçe ser sindoqan û em xwedî li sindoqan derkevin.”

Mûsa Pîroglu: Emê di tûra duyemîn de Erdogan têk bibin

Back to top button