Aliyên Lîbî li ser payeyên serweriyê li hev kir

Civînên aliyên Lîbî li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê, îro bi dawî dibin û aliyên Lîbî li ser dabeşkirina payeyên serweriyê li hev kir.

Çavkaniyekê ji Parlamena Lîbî teqez kir ku encamên danûstandinên li Mexribê erênî bûn û di dawiyê de aliyên Lîbî gihaştin lihevkirineke giştî li ser dabeşkirina payeyên serwerî û mekanîzmeyên wê.

Ev çend hefte ne, aliyên Lîbî li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê, li ser 7 payeyên serweriyê danûstandinan dikin.

Di vê çarçoveyê de, wezîrê derve yê Mexribê Nasir Bûrîta teqez kir ku ev danûstandin bi pêş ve diçin û hêvî kir ku her du alî peymanê îmze bikin.

Duh Duşemê jî li Berlînê, derbarê aloziya Lîbyayê de, bi armanca pêkanîna biryarên Berlîn “1”, civînek hat lidarxistin.

Back to top button