80 rewşên nû yên Corona û 2 rewşên mirinê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 80 kes bi corona ketin û 2 kes jî mirin.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku her du kesên mirî, zilam in, yek ji Qamişlo û yê din jî ji Amûdê ye.

Mistefa destnîşan kir ku 80 kesên nexweş jî li van herêman in:

23 li Hesekê, 26 li Qamişlo, 17 li Dêrik

7 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, 2 li Dirbêsiyê

Yek yek li Rimlêlan, Çil Axa û Til Temirê ne.

Mistefa da zanîn jî ku 17 kes ji vîrûsa coronayê baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên ku li herêmê nexweş ketine, gihaşt hezar û 998 kesan, 71 kes mirine û 513 jî baş bûne.

Back to top button