Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker berbanga vê sibehê, gundê Sîran û Xelîfan ên herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê, agir bi erdên herêmê ket û ziyaneke mezin gihîşt mal, rez û baxên şêniyan.
Têkildarî ziyanên giyanî, hîna ti agahiyên zelal bi dest neketine.
Dewleta Tirk rojane êrîş û bombebaran li dijî xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne.
Hikûmeta Iraq û Başûr jî ji bilî dana daxuyaniyan, tiştek nekiriye.