Bi boneya salvegera 7’an a komkujiya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di Daxuyaniyê de wiha hate gotin :
”3’yê Tebaxê salvegera 7’an a komkujiya li Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ’ê ya terorîst sala 2014’an bi desteka Tirkiyê ji bo qirkirina êzidiyan pêk anîbû.
Di encama vê komkujiyê de zêdetirî 5 hezar jin hatin revandin û çarenûsa bi hezaran hîna ne diyar e.
Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiya li Şengalê bi bîr tînin û bang li gelê xwe dikin ku sibeha 3’yê Tebaxê saet di 10:00’an de 5 deqeyan ji bo giyanê şehîdan bisekinin. ”
Rêveberiyê di dawî de tekez kir ku pêwîst e berpirsên vê komkujiya hovane werin muhasebekirin .