Şîndar Loqo: Herêm derbasî pêla 5’an a vîrûsa Coronayê dibe

Bi destpêkirina sala 2022’an hejmara pêketiyên bi vîrûsa Corona bilind bû. Heyva Sor a Kurd ragihand ku herêm derbasî pêla pêncemîn a vîrûsa Coronayê dibe.

Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd Şîndar Loqo diyar kir ku ji 25`ê Çileya 2022`an ve hejmara pêketiyên vîrûsa Coronayê zêde dibin û got:

“Bi bilindbûna hejmara pêketiyan em derbasî pêla pêncemîn a vîrûsê dibin.”

Şîndar Loqo da zanîn ku belavbûna pêla pêncemîn ji pêlên beriya wê bileztir, lê pêwîstiya nexweşên vê pêlê bi nexweşxaneyê tune ye.

Loqo da xuyakirin ku rêjeya mirinê di vê pêlê de kêmtir bûye û asta giranbûna vê vîrûsê ji pêlên berê siviktir e.

Loqo di dawiyê de bang li şêniyan kir ku li gor tedbîrên Desteya Tenduristiyê tevbigerin û diyar kir ku pêwîstiya şêniyan bi derziyê jî heye.

Back to top button