Li rojhilatê Lîbyayê lehî: Bi hezaran kes winda ne

Li Lîbyayê barana herî dijwar ya 40 salên dawî bariya.
Barana bû sedema karesatê dawî li jiyana bêtirî 2 hezar kesî anî.
Bêtirî 10 hezar kes jî winda ne.
Di nava rewşa heyî de, rêveberên welat daxwaza alîkarî û piştevaniyê ji welatên biyanî dike.

Li bajarên Bîngazî, Beyda, Marc, Sûse û Derna yên li rojhilatê Lîbyayê felaketa baranê rû da.

Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî winda bûn.

Li ser rewşa awarte ya li welêt wezîr û rayedarên Lîbyayê civîneke awarte lidarxistin.

Ji bilî tîmên alîkariyê, 6 hezar polîs ji bo alîkariya lezgîn hatin wezîfedar kirin.

Hammad: Li derna hêjmara miriyan ji 2 hezarî derbas kiriye

Serokê hikûmeta rojhilatê Lîbyayê Usame Hammad li ser rewşa dawî daxuyaniyek da.

Hammad ragihand di lehiya bajarê Derna de hejmara miriyan ji 2 hezarî derbas kiriye.

Hammad diyar kir ku Derna di rewşeke nebaş û kerasetê de ye û got:

“Em daxwaza alîkarî û piştgiriyê ji welatên bira, dost û rêxistinên navdewletî dikin.”

Berdevkê hikûmeta Bîngaziyê Mihemed Mesûd jî got:

“Herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.”

Lê ev hejmar ji hêla ti yekîneyek tenduristiyê ve nehatiye piştrast kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta rojhilatê Lîbyayê Îsam Ebû Zerîbe diyar kir cenazeyên 1500 kesan li bajarê Dernayê hatin dîtin.

Her wiha hejmara windayan gihiştiye 7 hezarî.

Hate ragihandinê ku di encama hilweşîna bendava Derna de hemû mal hilweşyane.

Li Lîbyayê banga destwerdana navneteweyî hate kirin

Li ser rewşa xirab a li welêt rayedaran banga lezgînî bo destwerdana navneteweyî kirin.

Koordînatora Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Lîbyayê Georgette Gagnon, li ser rewşê daxuyaniyek da.

Gagnon diyar kir ku ekîbên alîkariyê hatine wezîfedar kirin.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî jî bang li hemû hevkarên xwecihî û navneteweyî kir ku alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.

Di 40 salên dawî de barana herî dijwar barî

Daneyên meteorolojiyê nîşan didin ku barana li herêmên bariye bi qasî 400 milîmetre ye.

Ev rêj jî barîna barana herî zêde ya 40 salan e ku li Lîbyayê hatiye tomarkirin.

Welêt di nav şînê de ye

Piştî falaketê li welêt 3 roj şîn hate îlan kirin.

Her wiha alên li seranserê welêt daxistin nîvî.

Back to top button