Di êrişa li bakurê Nîjerya de 50 kes hatin kuştin

Li Nîjerya çeteyan careke din komkujî pêk anî. Di êrişa çeteyan a li herêma Dankade ya dikeve bakurê welat pêk anîn de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya cîhanî de, bi dehan çekdarên bi motorsîklêtan li gundê Dankade yê parêzgeha Kebiyê bi leşker û polîsan re ketin şer.

Di encamê de, 2 jê leşker 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa ku gelek kes birîndar bûn de bi dehan xanî hilweşiyan û gelek heywan jî telef bûn.

Li hin eyaletan ji ber êrîşên çekdaran ên li ser motorsîkletan li welêt, bikaranîna motorsîkletê hatiye qedexekirin.

Herî dawî di êrişên 4-5’ê Çile li parêzgeha Zamfara pêk hatin de, bêtirî 200 kes hatin kuştin.

Tevî ku hikûmeta Serokkomarê Nîjeryayê Muhammed Buharî hewl dide li herêmên cuda tedbîran bigire jî, êrîşên rêxistinên terorê û çeteyan ên li dijî sivîlan, revandina ji bo fîdyeyê û êrîşên li ser dibistanan nikarin bên astengkirin.

Serok Buharî ku çekdarên li welêt wek terorîst îlan kirî, piştî êrîşa li Zamfara biryara zêdekirina leşkeran li parêzgehê da û ferman da ku tavilê sûcdar bên dîtin.

Back to top button