Emîna Omer: Xetera êrişên dewleta Tirk aloziyê kûrtir dike

Hevseroka MSD’ê Emîna Omer têkildarî gefên dewleta tirk û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir êrişên dewleta Tirk rê li ber danûstandinên siyasî digre û aloziya Sûriyê jî kûrtir dike. Emîne Umer da zanîn bi êrişên ser herêmê re wê DAIŞ ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, zêdetir xwe birêxistin bike û bikeve nava tevgerê.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Emîna Omer, zêdebûna êrişan, bicihkirina penaberên Surî li herêmên dagirkirî û planên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxandin.

Emîna Omer: Dewleta Tirk dixwaze demografya herêmê biguhere

Emîna tekildari daxuyaniyên dewleta tirk a avakirina herêmeke bi ewle ji ev yek yek ani ziman:

Dewleta Tirk dixwaze koçberên Sûriyê li ser hesabê gelê herêma me bide bicihkirin.

Emîna Omer: Em dixwazin bi danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin

Hevseroka MSD’ê da zanîn ku dewleta Tirk hedefên êrişa xwe li Minbic û Til Rifetê diyar kirine û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe re dixwaze wê nexşereya hevgirtina gelan têk bibe ji ber piraniya gelên Minbicê Ereb û Çerkez, Kurd jî lê dijîn.

Em dixwazin bi riya diyalogan pirsgirêkan çareser bikin ji ber em ne alîgirên şeran in.

Li gorî rewşa heyî her alî dixwaze berjewendiyên xwe li ser axa me biparêze û heya niha tu helwestên cidî li dijî êrîşa dewleta tirk nehatine nîşandan.

Back to top button