Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, jinên herêmê jî dii nava xebatên parastinê de ne. Yek ji Rêvebera Hêzên Parastina Civakî-Jin Meryem Qasim a ji navçeya Zirganê bal kişande li ser xebatên parastinê. Meryem Qasim dibêje ewê heta dawiyê li ser xaka xwe bin û li ber xwe bidin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes parastina gund û bajarên xwe dikin.
Li navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Hesekê, HPC-Jin li dijî gefên êrîşên nû ji aliyê dewleta tirk ve di tevgerê de ne.
Rêvevera Hêzên Parastina Civakî-Jin Meryem Qasim a 44 salî û 5 salin di nava xebata HPC-Jin de ye.
Meryem Qasim anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li ser Zirganê rojane pêk tên, lê tevî vê jî gel li ber xwe dide û ji malên xwe dernakevin.
Meryem Qasim: Divê jin bi hev re şoreş û civaka xwe biparêzin
Meryem Qasim dayîka Şehîd Ş.Baran e ku di sala 2019’an li Serêkaniyê Şehîd ket.
Dayê Meryem dibêje kurê min li Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê şer kir û li ber xwe de, ez jî wekî wî li vir parastina axa Zirganê û civaka xwe dikim.
Meryem Qasim di dawiyê de got; “Divê ji zarokan heya jin û dapîran rabin ser piyan û bêjin na ji dagirkeriyê re.
Jin li ku derê bin divê destên xwe bidin hev û şoreşa xwe biparêzin.”