“YAT” 4 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtin

YPG’ê ragihand ku hêzên wan li Dêra Zorê 4 çeteyên DAIŞê, li gel jimareke mezin a cebilxaneyê girtin.

Navenda Ragihandina YPG bi daxuyaniyeke diyar kir ku operasyonên hêzên wan berdewam dikin û gelek derbên giran li çeteyan xistine.

Li gorî navendê, 28ê Çileyê Yekîneyên Antî Teror li gundê Teyana yê Dêra Zorê, li dijî şaneyek DAIŞê operasyonek pêk anî.

YPG’ê da zanîn ku di operasyonê de 4 çeteyên DAIŞê û her wiha gelek cebilxaneyên wan hatin girtin.

  • 47 hawan û 43 serikên hawanê
  • 3 çekê AK-47, 5 jarjor û 80 fîşek
  • 1 damençe
  • 1 tifinga nêçîrê
  • Miqdarek TNT
Back to top button