Şehîd Ahend, Ehmed û Şemdîn bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Duh bi hezaran ji şêniyên Qamişlo ji bo oxirkirina şehîdên êrişa Qamişlo li goristan Ş. Delîl Saroxan kom bûn.
Zarokên bêguneh Aheng û Ehmed û şehîd şemdîn bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.
Şêniyên Amûdê jî bi merasîmekê Ş. Rûxaz Amûdê spartin axê.

Li ser awaza vê stranê, duh şehîdên Qamişlo hatin oxirkirin.

Aheng, Ehemd û Şemdîn..

Bi hezaran ji şêniyên Qamişlo duh li goristana Ş. Delîl Saroxan kom bûn û li benda hersê şehîdên xwe bûn.

Vaye Ahengê lîstikvan gihişt gortistanê..

Bi siloganên şehîd namirin, ew pêşwazî kirin.

Ev jî hevalê Aheng Ehmed e..

Ew ber bi jor ve hildane û pê re jî nîşana serkeftin û tolhildanê..

Ev jî şehîd Şemdîn Şemdîn e.

Hersê şehîd piştî ku gihiştin goristanê merasîma oxirkirinê destpê kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî.

Paşê endamê Kongra Îslamî Ebdulkerîm Saroxan jî axaftin kir.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dawiyê jî girseya gel cenazeyên şehîdan spartin axê.

Şehîd Rûxaz Amûdê…bi merasîmekê li Smûdê hat oxirkirin

Ev der jî goristana şehîdan a Amûdê ye.

Li wir jî bi heman rengî ji bo şehîd Rûxaz Amûdê merasîmek pêk hat.

Di axaftinên li vir de jî hat teqezkirin wê bi hevgirtina pêkhateyan planên dagirkeriyê werin têkbirin.

Paşê nasnameya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button