Herêma Firatê-Wergirtina genim dest pê kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Li aliyê din jî, Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê Sûrî bi cotkarên Amûdê re civiya. Û li ser çawaniya parastina mûsima genim ji şewatê nîqaș kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

22’ê Gulanê embarên Rovî û Çelebiyê yên kantona Kobanê hatin vekirin û di 23’ê Gulanê de dest bi wergirtina genim kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê Gulanê, buhayên kirîna genim û ceh ji cotkaran, diyar kirin.

Li herêma Firatê 4 embar, Rovî, Çelebiyê, Kal-ta û Sirîn hene.

Embara Sirînê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de xisar ditîbû, piştî 9 salan careke din ket xizmetê.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sala 2019’an, tevahî embarên kantona Girê Spî ji xizmetê derketin.

Ji ber vê yekê cotkarên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê berhemên xwe dibin embarên li Reqa û Kobanê.

Li 6 gundên Kobanê agir bi zeviyan ket

Li aliyê din di wextekî de ku genim tê wergirtin, Li gundewarê başûr û rojhilatê Kobanê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ket.

Tîmên agirkujiyê û xelkê wan gundan ji bo vemirandina agir ketine tevgerê.

Li gorî agahiyan, agir bi rûbera 100 hîktarî ketiye.

Cotkar û rêveberî li Amûdê li hev civiyan

Bangên ji bo parastina musim jî berdewamin.

Ji bo parastina mûsim ji șewatê û girtina tedbîrên pêwist Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê Sûrî rêze civînan li ser asta herêmê ji cotkaran re li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de rêveberiyê civînek li bajarê Amûdê yê kantona Qamişlo pêk anî.

Di civînê de bi dehan cotkar amade bûn.

Parastina zeviyên çandiniyê ji şewatê

Cotkaran derbarê başkirina rewşa çandiniyê û destekdana rêveberiyê nirxandin kirin.

Cîgerê Desteya Çandiyê ya bakur û rojhilatê Sûrî Ehmed Yûnis di civînê de amade bû û balkişand ser amadekariyên parastina zeviyên çandiniyê ji şewatê.

Back to top button