
Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî, perspektîf da cotkaran ku berhemên xwe yên îsal bibin 3 navendên li rojavayê Reqa û Kobanê
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, depoyên dan ên kantona Girê Spî, zira dîtin û nayên bikaranîn.
Aliyên têkildar, perspektîf dan cotkarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ku berhemên xwe bibin navendên li Reqa û Kobanê.
Bi destpêkirina mewsima çinînê re, aliyên têkildar 3 navend li Reqa û Kobanê amade kirin.
Ji bo cotkarên gundewarê Silûk û Hîşe navenda El Kalta ya rojhilatê Reqayê,
Ji bo cotkarên Eyn Îsa û navçeya Cirin navenda Celebiye ya Kobanê û navenda Selhebiye ya Reqayê veqetandin.
Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî rûbera ruxsetkirî ku bi ceh û genim li kantona Girê Spî hatine çandin 19 hezar hiktar avî û zêdetirî 31 hezar hiktar bejî ye.
Ev zevî li navçeya Cirin, Eyn Îsa, Silûk û Hîşe ne.