Şerê Sûdanê-Banga rizgarkirina penaberên Rojava tê kirin

Piştî rûdana şerê li Sûdanê, bi sedhezaran welatî koçî welatên cîran kirin. Nexasim penaber. Jiyana gelek penaberên Sûriyê, Bakur û Rojhilatê sûriyê di xeteriyê de ye û banga rizgarkirin û xilaskirina wan ji aliyên têkildar tê kirin. Em ji bîr nekin ku piştî şer, rêveberiya xweser ji bo rizgarkirin û parastina jiyana penaberên Rojava, yekser ket nav hewldanan.

Beriya çend rojan ji ber şerê li Sûdanê, grupek ji walatiyên rojava dema dixwestin ji Sûdan derbsî Misrê bibin qezaya Tirafîkê kirin..

Di qezayê de 3 welatiyên rojava jiyana xwe ji dest dan..

Her weha 7 kesên din jî ku bi giranî birîndar bûn, li nexweşxanê tê dermankirin û jiyana wan di xeteriyê de ye.

Ji ber vê bûyerê bang li rayedarên herêmê û rêveberiya xweser tê kirin ku bi welatiyan re alîkar bin û wan derbasî rojavayê kurdistanê bikin.

Her weha Hişyarî ji bo welatiyên din yên li Sûdanê asê man heya û banga rizgarkirina wan jî tê kirin.

Gor agahiyan birîndar 6 kesin, 3 ji pêkhateyên erebin û 2 ji heleb û yek ji şamê ye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 22 vê mehê, Rêveberiya Xweser 161 penaberên li Sûdanê derbasî Rojava kirin.

Sûdan-Amerîka û Erebistanana Siûdî hişyarî dan aliyên şer

Back to top button