Li Minbicê ji bo şermezarkirina êrişa li dijî welatiyê Qamişlo meşek bi meşeleyan hat lidarxist.
Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin û bi sedan kes tevli bûn.
Piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hat dayîn û êriş hat şermezarkirin.
Ciwanan careke din piştrastkirin ku ew ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û bersivê bidin dagirkeran.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan heye têkbirina dagirkeriyê da.