Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê kir û sersaxî ji malbata şehîdên Qamişlo re xwest.
Di serdanê de cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û got:
“Ew dijminê ku êrişî Rojava û kesayek bi bandor û şoreşger dike, heman dijiminê ku li Başûr jî kesayetên welatparêz dike hedef.”
Endamê Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûrî Cemîl Rehmano spasiya şandeya Tevgera Azadî kir.
Cemîl Rehmano anî ziman ku ev êriş ne ya yekê ye, dewleta Tirk êrişî gelê Kurd hemûyî dike û dixwaze wan qir bike.