Çalakiya konvedanê ya şêniyên Şengalê di roja 21 de ye

Çalakiya Konvedanê ya şêniyên Şengalê li dijî peymanên PDK û Bexdayê, dewam dikin.

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 21’ê de û ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dibe.

Çalakvanan diyar kir ku heta daxwaziyên wan pêk neyên wê çalakî bi dawî nebin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Back to top button