
MSD’ê şaxê Minbicê û Dêrazorê têkildarî normalîzekirina erebî-sûriyeyî-tirkî-iranî-siûdî, encam û bandorên wê li ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, panelek li dar xist.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo nîqaşkirina encamên hewldanên normalîzekirinê û bandorên wê li ser Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriye panelek li dar xist.
Panel, li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar ket.
Di panelê de, kesên axivîn rewşa siyasî ya herêmê û aloziya Sûriyê guftugokirin û gotin:
“Her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye bi rêya normalîzekirinê, dagirkirina xwe ya li ser axa Sûriyê rewa bike.
Insiyafîfa Rêveberiya Xweser, rêya çareseriyê ye, ku diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeha wê ye.
Di axaftinan de ev tişt hat gotin:
Divê em hewl bidin ku modela Rêveberiya Xweser pêş bixin.
Ji bo çareserkirina doza Sûriyê divê çareserî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bibe.
Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriye.
MSD’ê li bajarokê El Sewr ê Dêrazorê jî panelek bi navnîşan “Geşedanên siyasî li Sûriyê û bandora wê li ser nasnameya niştimanî ya komkar” li dar xist.
MSD’ê li Reqayê derbarê hevdîtinên Şam û Enqerê panêlek li dar xist