Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Reqa û kampa serdem a Şehba panelên cuda li ser rewşa Sûriyê, dagirkriina Efrîn û hevhatina Şam û Enqerê li darxist.
Bi diruşmeya “Nêzîkbûna Enqere û Şamê û encamên wê li ser doza Sûriyê û penaberan” îro Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk hevdîtinek li bajarê Reqayê organîze kir.
Di hevdîtinê de hat gotin ku armanca vê nêzîkbûnê ya Enqera- Şamê, dijberî projeya Rêveberiya Xweser e û êş û azara Sûriyê zêdetir dike.
MSD’ê li kampa serdemê panêlek li dar xist
Li kampa Serdem a şehbayê jî panêl bi durişmeya ”Di salvegera êrişên Tirkiyê dijî Efrînê lihevkirina Tirkiyê û Sûriyê” hate li dar xistin.
Siyasetmedar, endamên Rêveberiya Xweser û şêx û rûspiyên eşîran li civînê amadebûn.
Li vir jî xeteriya nêzîkbûna hikûmeta Şamê û Enqerayê û bandora wê li ser pêşeroja gelê sûriyê hate nîqaşkirin.
Di dawiyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku li gor fikir û felsefeya netewa demokratîk bibin yek.