Li Başûrê Kurdistanê 303 binpêkirin li dijî rojnamevanan çêbûne

Rêxistina Nûçegihanan ya Başûrê Kurdistanê di raporek xwe de ragihand ku di sala borî de 303 binpêkirin li hemberî rojnamevanan hatine kirin.

Li gorî rapora rêxistina Rojnamevanan, di sala 2022’an de 303 binpêkirinên li hemberî rojnamevan û saziyên ragihandinê pêk hatine.

Hate diyarkirin ku hîn jî binpêkirinên li hemberî rojnamevanan dewam dikin.

Herî zêde jî li bajarê Hewlêrê rojnamevanan rastî binpêkirinan hatine.

Li gorî raporê: “Di sala 2022’an li Hewlêrê 97,, li Silêmaniyê 77, li Dihokê 73 û li Helebceyê jî 13 binpêkirin dijî rojnamevanan hatine kirin.”

Back to top button