Li Diyalayê leşkerekî Iraqê hat kuştin û 1 birîndar bû

Li Iraqê di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyekê ji ewlehiya Iraqê ragihand ku êrîş li herêma Celewla ya bakurê parêzgeha Diyalayê pêk hat.

Çavkaniyê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî xaleke ewlehiyê ya li pêşgeha herêma Celewla kir û di encamê de leşkerk hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Lê hêzên ewlehiyê yên li herêmê êrîş şikand û leşkerek birîndar veguhest nexweşxaneyê.

Herwiha hate ragihandi ku Şaxê operasyona Asayîşa Germiyan û Silêmaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek lidardixistin e.

Di encama operasyonê de 2 fermandarên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Back to top button