PKK: Divê em li her derê agirê Newrozê gur bikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya cejna Newrozê diyar kir, divê gel li welat û derveyî welat guh nedin ti astengiyan, qadên Newrozê dagirin û pîroz bikin.
Koordînasyona KJK’ê, jî diyar kir Newroz tê maneya mirov nikare dev ji azadiyê berde û da zanîn Newroz bi têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo bûye xwedî maneya xwe ya rastîn û buye roja têkoşînê a li dijî zilm û zordariyê.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

PKK’ê Cejna Azadiya Newroz di serî de li Rêber Apo, li hemû gelê kurd û dostên wan pîroz kir.

PKK’ê diyar kir ku ew vê Newrozê bi ruhê serkeftina Garê, bi pêngava berxwedanê ya ‘dema azadiyê’ pêşwazî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe.

PKK’ê got:

“Em newroza îsal bixin Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Apo. Newroza 2021’an gelek girîng e û divê gelê me bi rihê serketina Garê agirê vê newrozê geş bikin.”

Her wiha PKK’ê taybet jî berxwedana xelkên Rojava û Şengalê silav kir, newroza wan pîroz kir û got, “bila xelkên Şengal û Rojava zanibin ku tevgera me ya azadiyê û gelê me heta dawiyê bi wan re ye.”

KJK: Newroz eniya azadî û serkeftinê ye

Koordînasyona KJK’ê, di peyama Newrozê de bal kişande ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan, hişyarî da ku dewleta Tirk, ‘bi êgir dilîze”.

KJK’ê diyar kir, dewleta Tirk ji bo ku biryardariya têkoşînê ya gel paş bixin, ser têkçûna xwe bigirin, polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdistanê gur dikin.

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê got:

Newroz ku bi têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo bûyî xwedî maneya xwe ya rastîn, ne tenê rojek e, bûye giyanê hemû ziman û kêliyên têkoşînê, her wiha li dijî her cure saziyên dewleta faşîst û polîtîkayan wan bûye eniya azadiyê û serkeftinê.

KJK: Hêzên navnetewî ji tecrîda li ser Rêber Apo berpirs in

KJK’ê da zanîn ji bo ku sedsala 21’ê bibe zimanê azadiyê ya jinan û gelan bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna wan ya azadiyê dewam dike û wiha anî ziman.

Berpirsê pergala ku berê xwe dayî jiyana Rêbertiya me ne tenê dewleta Tirk a faşîst e.

Hêzên komploger ên navnetewî ne mîmarên pergala Îmraliyê.

Çawa ku ji pergala êşkenceya girankirî ya li ser Rêbertiya me ev hêz berpirs bin, ji vê rewşê jî ew berpirs in.

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de bang li jinan, hemû gelan, derdorên demokratîk kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button