Putin: Ez ji serokê DYA Biden re tenduristiyê dixwazim

Piştî van daxuyaniyan Serokê Rûsya Putin jî têkildarî gotinên Biden axivî û got: Dema nirxandina welatekî cuda, dewletek yan jî gelekî tê kirin, wekî temaşekirina li neynikê ye.

Vladimir Putin di civîneke têkildarî rewşa li Kirimê de li ser tewambariyên Serokê DYA Joe Biden yên di qenala ABC News de axivî.

Putin anî ziman ku wekî hempişeyê wî yê DYA Biden gotî, ew hev baş nasdikin.

Min wê jêre çi gotiban? Minê gotiban bila tenduristiya we baş be.

Putin diyar kir ku ew vê gotinê weke pêkenûk nabêje.

Serokê Rûsya ji bo gotina “qatil” ku Biden ji bo wî bikar anî jî ev tişt anî ziman:

Di zarokatiyê de me ji hevre digot, “gotina xerab ya xwediyê xwe ye”.

Putin dazanîn ku ewê têkliya xwe ya bi DYA re bidomînin, lê ev têkli wê tendê di çarçoveya berjewendiyên Moskova de be.

Back to top button