Stoltenberg: Ji ber bihêzbûna Rûsya em hebûna xwe ya li Derya Reş zêde dikin

Ewlekariya Derya Reş yek ji xalên sereke yên hevpeymanê ne.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bi vê hevokê îşaret bi tevgera Rûsya li herêmê kir û got:
Ji ber bihêzbûna Rûsya ya di demên dawiyê de, welatên hevpeymanê bifikarin.
Ji ber vê yekê NATO wê hebûna xwe ya li herêmê zêde bike.

Bi gefxwarinên navbera Rûsya û DYA yê re ji NATO jî peyama nîşaneya şer derket.

NATO îşaret bihêzbûna Rûsya li Derya Reş kir û ev yek ji bo welatên hevpeymanê bi xeter binav kir.

Her çiqasî Moskova dijî van fikarên NATO bertek nîşan dabe jî lê vê yekê nekarî veguhestina hêza NATO ya ji bo herêmê rawestîne.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg li Brukselê bi Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garbîbaşvîlî re civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Stoltenberg sedema zêdekirina hêza NATO ya li Derya Reş vegot.

Ewlekariya Derya Reş, mijareke girîng ya ji bo NATO û Gurcistanê ye. Bihêzbûna Rûya ya li herêmê re fikarên me hene. Ji ber vê yekê, ji bo xurtkirina hevkariya xwe ya li herêma Derya Reş xebatên me dewam dikin.

Stoltenberg careke din piştevaniya NATO ya ji bo sînorên Gurcistan yên hatîn diyarkirin anî ziman û ev bang kir:

Em bang li Rûsya dikin ku hemû biryarên xwe yên derbarê Abhazya û Başûrê Osetya betal bike û tevahî hêzên xwe ji herêmê vekişîne.

Li dijî van hewildanên NATO, Moskova bihêrse.

Moskova îdia dike ku di nava salên dawiyê de NATO tevgera xwe ya li rojavayê welat zêde dike û bi welatên hevpeymanê re hebûna xwe ya leşkerî zêde dike.

NATO ya tevgera xwe ya li herêmê zêde dike jî vê yekê ji bo tevizandina êrîşên Rûsyayê tîne ziman.

Lavrov: Ti armancek me ya pêkanîna êrîşek li Derya Reş tineye

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxuyakirin ku ti armancek wan ya pêkanîna êrîşekê li herêmê tineye.

Ji bo NATO hêza xwe ya li herêmê zêde bike li hincetan digere. Ti armancek Rûsya ya pêkanîna êrîşekê tineye. Herkes vê yekê jî pir baş dizane.

Back to top button