KCK: Desthilata AKP-MHP’ê bi hestên tolhildana Kobanê komkujiya pirsûsê pêk anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera komkujiya Pirsûsê diyar kir ku ew ê hêviya hevbeş a jiyana azad a şehîdên Pirsûsê pêk bînin û got: “Ji bo têkoşîna dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin bigihêje serkeftinê, hewceye di xeta Şehîdên Pirsûsê de têkoşîna hevpar mezintir bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvgera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de 33 şehîdên Pirsê bi bîr anîn û got:

“Şehîdên Pirsûsê, temsîla piştevanî û têkoşîna bi hevparî ya Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyê ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi hev re ye.

Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger ên Tirkiyê, ji bo piştevaniyê û avakirina ji nû ve ya Kobanê hatin Pirsûsê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, bi hestên tolhildana Kobanê mîna DAIŞ’ê, komkujiyek mezin pêkanî.

Ji ber ku xistina Kobanê, planeke wan a stratejîk bû.

AKP-MHP’ê dixwest bi destê DAIŞ’ê Kobanê bixe da ku Şoreşa Rojava ya ku nû pêk dihat ji holê rake û dewleteke di bin serweriya çeteyên faşîst de li Sûriyê ava bike.

Lê bi neketina Kobanê, ev polîtîkaya AKP-MHP’ê bi avê de çû.”

KCK: Şerê tinekirina Kurdan bi komkujiya pirsûsê hat destpêkirin

KCK’ê destnîşan kir ku bi neketina Kobanê, dawî li rêvebiriya Şefê Faşîst Tayyîp Erdogan hat û pêvajoyeke nû li ser esase demokratîkbûyîna Tirkiyê dest pê kir û wiha domand:

“Piştî Komkujiya Pirsûsê, 24’ê Tîrmeha 2015’an dest bi pêvajoya qirkirin û rakirina ji holê ya gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin.

Li dijî civakê jî dest bi şerê taybet û zextan hat kirin.”

KCK’ê da zanîn ku Komkujiya Pirsûsê ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve hatiye kirin û nîşandayîna wek ku DAIŞ komkujî kiribe, rêbazeke veşartina rastiyê ye.

KCK: Divê ciwan bi rih û nasnameya şoreşger têkoşîna hevpar mezin bikin

KCK’ê bal kişand ser rol û misyona ciwanan a ji bo domandina têkoşîna ciwanên Pirsûsê û got:

“Berpirsyariyên ciwanan ên xwedî derketina li bîranîn û têkoşîna ciwanên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê û li pey şopa wan kirina têkoşînê li pêş heye.

Rêber Apo, bi gotina “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin” ruh û kesayeta Şoreşa Kurdistanê danî holê.

Divê ciwan jî bi vî ruh û nasnameya şoreşger, xwe li her derê bi rêxistin bikin û têkoşînê mezintir bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Em weke Tevgera Azadiya Kurd, careke din eşkere dikin ku li gorî soza ku me daye Şehîdên Pirsûsê û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê, em ê têkoşîna hevpar hîn xurtir geş bikin û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serkeftinê bi dest bixin û hêviya hevbeş a jiyana azad a gelên Tirkiye û Kurdistanê pêk bînin.”

Back to top button