Waşîngton ji ber Navalny cezayên nû yên bazirganiyê ser Moskova ragihand

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê bi hinceta jehirdana mixalîfê Rûsî Aleksey Navalny li dijî Rûsyayê cezayên nû ferz kirin û ceza ji îro ve ket meryetê.

Wezaretê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber doza muxalifê rûsî Alexey Navalny wê DYA’yê bendên bazirganiyê yên li dijî Rûsyayê berfireh bike ku Washingotinê texmîn dike ku di havîna derbasbûyî de rastî êrişeke kemyewî hatiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê cezayên nû li dijî dahatûyên girêdayî ewlehiya neteweyî bin, lê beşa balafiriyê û fezayê dê heta 1’ê Îlona bê, bê par bimînin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî li ser mijarê ragihand ku di mijara fikarên li ser Rûsya de teqez wê hesabê kiryaran jê were pirsîn.

Desthilata Rûsyayê dema Alexey Navalny vedigeriya Rûsyayê ew girt û beriya niha bi salekê ve jî hewldana jehrkirina wî kiribû.

Navalny ê 44 salî serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi dayîna fermana jehrkirina wî, tawanbar kir, lê Kremlinê ev yek derewand.

Back to top button