Misir û Yewnanistanê li ser hevkariya li Derya Spî xurtir dikin

Serokomarê Misir Ebdul Fetah El- Sîsî û Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis dozên li Rojhilatê Deryaya Spî û Lîbiyayê goftogo kirin.

Serokomariya Misirê bi daxuyaniyekê nivîskî têkildarî peywendiya telefonî ya navbera herdû lîderan de agahî parve kir.

Di peywendiya lîderan de, nerîn li ser aborî, ewlekarî û enerjiyê hatine parvekirin û dozên herêmî li Lîbiya û rojhilatê Deryaya Spî hatine nîqaş kirin.

Miçotakis daxwaza welatê xwe bi pêşxistina hevkariya dualî bi Misirê re diyar kiriye.

An jî di çaçoveya mekanîzmeya hevkariya sê alî ya di navbera Misir, Qibirs û Yûnanistanê de hevkariyek hevpar pêşve bibe.

Miçotakis bal kişand li ser girîngiya dozên hevpar yên di navbera herdû welatan de û diyar kir ku ew dixwazin li ser van mijaran hevahengî û şêwirmendî ya navbera aliyan dewam bike.

El- Sîsî jî dilxweşiya Misirê bi wêneya avaker ya hevkariya bi Yewnanistanê û geşdanên erênî yên di çarçoveya hevkariya sê alî de, anî ziman.

Back to top button