KCDK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bin

Wê roja 17’ê sibatê li bajarê Koln ê Alamanyayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meşeke meizn were lidarxistin.
Lewra, Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E ji kurdistanî û dostên wan xwest ku ew jî wê rojê dakevin qadan.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Almanyayê were lidarxistin, peyamek weşand.

Peyam wiha ye:

“Kurdistanî û dostên wan ji bo meşa 17’ê Sibatê ya Navenda Ewropayê ya Kolnê li her derê li ber xwe didin.

Pêngava azadkirina Rêber Apo ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li zêdetirî 100 navendên cîhanê destpê kir.

Berdewamiya pêngavê meşa li navenda Ewropayê ye ku wê di 17’ê Sibatê de li Kolnê pêk were.

Divê hemû meclîs, komîsyon, komîn, dost û hevalên xwe re ji bo azadiya Rêbertiya xwe karê xwe di navbera 1-17’ê mehê rawestînin tenê rojeva we bibe tecrîd.

Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe yê welatparêz, jin, zarok, extiyar û ciwan û hemû gel û dostên xwe dikin ku bi girsehî beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bin.”

Li Hollandayê meşa dirêj a ji bo du rojan destpê dike

Ciwanên Kurd ên li Hollandayê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo wê 3’ê sibatê dakevin qadan.

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda bi dirûşma “Xwe bi rêxistin bike, ber bi rêwîtiya azadiyê ve bimeşe” wê meşa dirêj destpê bike.

Meş wê 3’ê Sibatê li Zaandamê destpê bike û 4’ê Sibatê li Amsterdam/Mûseûmpleînê biqede.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko JIN’ê banga tevlêbûna meşa Kolnê kir

Back to top button