
Rêveberiya Xweser ji bo şîrovekirin û nîqaşkirina rewşa aborî ya li herêmê bi Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê re civiya.
Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hamid El-Mihbaş anî ziman ku hikumeta Şamê ji xirabûna rewşa Sûriyê û destwerdana derve ya li welat berpirsyar e.
Rêzecivînên Rêveberiya Xweser yên derbarê nîqaşkirina rewşa aborî ya li herêmê dewam dikin.
Îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê re civiya.
Civîn li avahiya meclisê ya navçeya Amûdê hat lidarxistin.
Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hamid El-Mihbaş axivî.
Ebd Hamid El-Mihbaş anî ziman ku hikumeta Şamê ji xirabûna rewşa Sûriyê berpirsyar e û got:
“Hikumeta Şamê bi serhikşkbûna xwe û neguhdarkirina daxwazên gel sedema mudaxeleyên derve yên di karûbarên Sûriyê de ye.”
El-Mihbaş di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rola neyînî a Qeter û Tirkiyê di aloziya Sûriyê de kir û got:
“Aliyên yekemîn ên ku di destpêka şoreşê de êrişî Sûriyê kirin Hemed Bin Casim û Erdogan in.”
El-Mihbaş destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogan re ye û ev tişt got:
“Her çiqas ku Rêveberiya Xweser serkeftin bi dest xist êrişên li dijî wê zêde bûn.
Delîlê vê yekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a 9’ê Cotmeha 2019’an e û dagirkirina xaka herêmê ye.”