Şehîd Ehmed Dexîl ji aliyê şêniyên Şedadê hat oxirkirin

Duh li goristana Şehîdan a li Şedadê, bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Dexîl hat oxirkirin.

Ehmed Dexîl, 27’ê Kanûnê li Dêra Zorê dema ku erka xwe bi cih tanî, şehîd bû.

Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî a Şedadê ve hatin kirin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xewestin û soza şopandina xeta şehîdan hat dubarekirin.

Piştra nasnameya şehîd Dexîl hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Girseya gel di nava slogagnên dilsoziya bi şehîdan re, şehîd Ehmed spartin axê.

Back to top button