Li Başûrê Kurdistanê di salekê de 158 rojnameger rastî astengiyan hatine

Sendîka Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’an de li hemberî 158 rojnamegeran binpêkirin hatiye kirin ku piranî li Hewlêrê bû.

Sendîka Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamegeran 73 binpêkirin hatiye kirin.

Her wiha piraniya binpêkirinan li Hewlêrê hatine kirin..

Ji vana, 41 rojnameger hatine girtin, 20 caran astengkirin û 10 caran jî heqaret li rojnamevanan hatiye kirin.

Li Hewlêrê 21, li Silêmanî 18, li Dihokê 16, li Kerkûkê 10, li Helebce 3, li Germiyan 3 û li Soran jî 2 binpêkirin li hemberî rojnamegeran hatine kirin.

Back to top button