“Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê girîng e”

Piştgiriya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ roj bi roj zêde dibe. Mamostayê ji başûrê Kurdistanê Piştîwan Mihemed Seîd dibêje ku derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê girînge.

Piştîwan hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê, weke hewldanek girîng û netewî binavkir û got:

“Divê ev hewldan weke pêngavek nîştimanî lê were, li her çar parçeyên Kurdistan û dervey welat, divê kar bê kirin.

Pêwîste li ser asta navnetewî Kurd yek bi yek ji bo vê kampanyayê kar bikin.”

Piştîwan anî ziman ku derxistina PKK’ê ji lîsteyê wê bibe bibe sedema zindîbûna ruhê Kurdan.

Ji ber ku hiştina PKK’ê ya di lîsteyê de, peywendiya xwe bi berjewendiyên siyasî yên navnetewî ve heye.”

Back to top button