Şehîd Şaha bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê ji fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê a ku di encama nexweşiyê de şehîd bibû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Şêniyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd Şaha Hisên (Şaha Dêrik) ji nexweşxaneya Dêrikê, berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştre peyama sersaxiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hate xwendin.

Di peyamê de hate gotin: “Her zarokek penaber li wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi saya şehîd Şaha fêrî zimanê dayikê bûn heta bûn şervan û gihiştin asta şehadetê.

Em soz didin şehîd Şaha ku bi tevlêbûna bi dehan keç û xort nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê wê xeta wê ya têkoşînê her tim zindî be.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Şaha di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Back to top button