Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehba hat belavkirin

Alîkariya Rêveberiya Xweser ku doh gihişt Şehba û Helebê îro li koçber û şêniyan hat belavkirin. Li aliyê din, di çarçoveya kampanyaya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” alîkarî li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo mexdurên erdhejê tê komkirin.

Dîmenê me heye ser ftp Efrîn – 19-2-2023-sehba-belavkirina mazote li sehba

Duh, alîkariyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandibûn, gihaştin kantona Şehba, taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û herêmên hikumeta Şamê.

Piştî wergirtina sotemeniyê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi hevkariya meclis û komînan dest bi belavkirina mazotê li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê kir.

Back to top button