Şandeya Swêdê bi ENKS’ê re û piştire jî bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiya.
Duh, şandeya Swêdê li navenda Têkiliyên Derve bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re civiya û li ser rola navbeynkariyê li hev kir.
MSD’ê ji şandiyê re diyar kir ku ew li hêviya Swêdê ne ku çareseriyeke siyasî bibîne û roleke giring di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de bilize.
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Bear Ornius, derbarê mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin, ji televîzyona me re axivî.