Kongreya 8. a Kongra Star bi hilbijartina 7 endamên koordînasyona kongrê û girtina biryaran bi dawî bû.
Duh kongreya 8. a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 300 delegeyên jin, li bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin.
Di kongreyê de, nîqaş li ser rola girîng a jinê di şoreşê de û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan, hatin kirin.
Piştî axaftinan, wêneyên şehîdên jin û diyariyên sembolîk, ji dîwana kongreyê re hatin pêşkêşkirin.
Kongre bi hilbijartina 7 endamên koordînasyona kongra star û girtina biryaran bi dawî bû.