“PDK digel dijminan peymanan îmze dike, bangên aştiyê bi hêzên Kurdî re red dike”

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî Ebûberkir Helednî bang li hêzên Kurdî kir ku li ser stratejiyeke neteweyî li hev bicivin û bi danûstandinan, dawiyê li aloziyan bînin.

Ebûbekir Helednî destnîşan kir ku PDK hemû bang û daxwaziyên aştî û diyalogê digel hêzên Kurdî red dike û got:

“Eger şerekeî navxweyî rû bide, dê dagirker tenê sûdê bigirin.

Divê hêzên Kurdî bi diyalogê qeyranên xwe bi dawî bikin.”

Çalakvanê Civaka Sivîl Serdar Melîhe jî anî ziman ku, PDK berjewendiyên xwe yên neteweyî bo çavnebariyên xwe yên aborî kirine qurban.

Ji bo vê jî, dostaniya bi Tirkiyê re, ji dostaniya digel hêzeke Kurdî xweştir dibîne.

Back to top button