Kerkûk…3 çete di operasyoneke istixbaratî de hatin girtin

Li Kerkûkê, 3 çete di çarçoveya operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, 3 hatin girtin. 

Ajansa Istixbaratî ya Iraqî ragihand ku roja Duşemê, hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li parêzgeha Kerkûkê, operasyoneke pêk anî û di encamê de, 3 çete hatin girtin.

Ajansê her wiha diyar kir ku yek ji çeteyên hatine girtin, destê wî di şerê bi navê “Me’reket El-Fetih” a sala 2015 li Kerkukê qewimîbû de, heye.

27 heman mehê û li heman parêzgehê jî, hêzên koalîsyona navdewletî 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştibûn.

Back to top button