Li parêzgeha Nîneweyê di ancama barana zêde û rabûna lehiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêmê jî rewşa awarta hat ragihandin.
Meclîsa Parêzgeha Nînowa ji ber barîna baranek zêde û rabûna lêhiyê rewşa awrte li bajêr îlan kir.
Di daxuyaniya meclîsê de hat gotin li herêmê xebatên lêgerin û rizgarkirinê dewam dikin.
Gelek malbatên asê mayîn hatin rizgar kirin.
Li gorî hinek çavkaniyan asta bilindbûna avê li hinek deveran gihaşt nîv metreyê û gelek kolan di bin avê de mane.
Her wiha beriya demekî jî li herêmê lêhî li gelek deverên Iraqê rabûbû.
Di encama van lehiyan jî li parêzgehên Selahedîn û Wasit 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.