Bikûkkirina seroka Komîseriya Ewropî “dafeke Tirkî” bû

Wezîrê Fransî yê Karûbarên Ewropayê Clement Boone anî ziman ku biçûkkirina seroka Komîseriya Ewropî Ursula von der Leyen, “dafeke Tirkî” bû.

Clement Boone da xuyakirin ku biçûkkirina Ursula von der Leyen li Enqereyê, “ji aliyê Tirkiyê ve, ne şaşiyeke protokola Ewropî bû.”

Boone da zanîn ku ev reftar, dijminatiya Enqereyê li hember Ewropayê nîşan dide û got:

“Pirsgirêkeke ciddî li Tirkiyê heye. Divê em zelal bin û li hember Tirkan tundtir bin.”

Seroka Komîseriya Ewropî Ursula von der Leyen di civîna Sêşemê ya digel Erdogan de, di dema rûniştina li ser kursiyeke kêlekê de, rastî biçûkkirinekê hatibû.

Daxuyaniya Wezîrê Fransî Clement Boone piştî ya serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi û Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn, hat.

Back to top button