Desteya Perwerdeyê bernameya ezmûnan amade kir

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê di bernameya ezmûnên dawiya salê ya refên 9 û 12’an de, gelek xalên girîng ji bo xwendekaran ragihandin. Hevseroka desteyê Rohat Xelîl diyar kir ku ji bo alîkariya xwendekarên refa 12’an, wan perwerdeyên ji derveyî dibistanê vekirine.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê di sala xwendinê ya 2020-2021’an de meteryalên refa 12 bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî guhartin.

Desteyê niha amadekariyên ezmûnên dawî yên refên 9’an û 12’an dike.

Der barê amadekariyan de, hevseroka desteyê Rohat Xelîl axivî û diyar kir ku wan alîkariya xwendekarên refa 12’an dikin û ji bo wan, perwerdeyên ji derveyî dibistanê vekirin da ku seatên xwendinê zêde bikin.

Rohat Xelîl diyar kir ku Desteya Perwerdeyê cara yekemîn e ku li herêma Cizîrê ezmûnên refên 9 û 12 bi şêwazên pirsên wekhev amade dike.

Rohat Xelîl: Ji bo parastina xwendekaran, me tedbîrên pêwîst girtine

Rohat destnîşan kir ku tevî belavbûna vîrusa Coronayê jî desteyê hewl da babetên xwe bi dawî bikin û ji bo parastina şagirt û xwendekaran tedbîrên pêwîst girtine.

Girêdayî pileyan jî, hevseroka desteyê Rohat diyar kir ku pergala wan li ser nirxandina xwendekaran li dirêjahiya salê ye û ji bo pileyên refa 12’an ezmûna dawiya salê tê esasgirtin.

Bernameya ezmûnan li gorî Desteya Perwerde û Fêrkiirnê ya herêma Cizîrê wiha ye:

Ji bo refa 9’an dê ezmûn di 7’ê Hezîranê de dest pê bikin û 24’ê Hezîranê bi dawî bibin.

Ji bo refa 12’an a beşa zanistî, dê ezmûn di 6’ê Hezîranê dest pê bikin û 27’ê heman mehê biqedin.

Ji bo refa 12’an a beşa wêjeyî jî, dê ezmûn 6 heta 23’yê Hezîranê dirêj bikin.

Back to top button