Balyozê Amerîkî yê li Lîbyayê Richard Norland da xuyakirin ku Amerîka bi-israr e ku diyaloga siyasî ya Lîbî bi ser bikeve û şerê li wir bê rawestandin.
Balyozê Amerîkî û serokê Meclisa Bilind a Lîbî bi peywendiyekê da zanîn ku, divê tewereya diyalogê di dawiyê de bigihîje aramiyeke mayînde û lidarxistina hilbijartinên serokatî û parlamenê pêk werin.
Fransayê jî di vê derbarê de, bang li Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbî Xelîfe Hefter kir ku dest ji şer berde û li ser peydakirina çareseriyeke siyasî kar bike.
Fransayê her wiha bang li hemû Lîbiyan kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî û avakirina hikûmeteke nû.