Fransa: 3 leşkerên me li Maliyê hatin kuştin

Li Maliyê, di encama teqîna erebeyekê de, 3 leşkerên Fransî hatin kuştin.

Serokatiya Fransayê, bi rêya daxuyaniyekê, ragihand ku Duşemê 3 leşkerên wan li navçeya Hemborî  ji ber teqîna erebeya wan ku bombeyek tê de hatibû bicihkitin, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Fransayê, her 3 leşkerên hatine kuştin, li navçeyê, operasyoneke leşkerî pêk tanîn.

Meha borî jî, artêşa Fransî eşkere kiribû ku, di encama operasyonên wan li Maliyê de, 50 çete, di nav de, serçeteyekî Qayîdeyê hatine kuştin.

Back to top button